Îran.. 91 kesên din bi Korona mirin
Li Îranê 91 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.
K24- Hewlêr
Li Îranê 91 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.
Peyvdarê Wezareta Tendirustî ya Îranê Kiyanuş Cîhanpûr ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 91 kesên din bi Vayrosa Korona mirin e. Herweha 1,294 kesên din jî tûşî Vayrosê bûn e.
Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Îranê bi Vayrusa Koronayê mirin e, gihişte 5 hezar û 299 kesan, hejmara tûşbûyan jî, bi giştî gihişte 83 hzar û 505 kesan.
Cîhanpûr got jî, heya niha li Îranê 59 hezar û 273 tûşbûyî baş bûn e.