Amanc Rehîm: Em kar dikin bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Kurdistanê, bi rêya Bexdayê ve.

Sekreterê Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand, Em kar dikin bo çawanîya çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê, bi rêya Bexdayê ve.

K24- Hewlêr

Sekreterê Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand, Em kar dikin bo çawanîya çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê, bi rêya Bexdayê ve.

Amanc Rehîm got jî, Hikûmeta Iraqê xwedan serwerî ye û hemû corên amarzan li ber destane bo rûbirûbûn a krîza darayîyê û nemaze dabînkirina mûçeyên fernaberan.

Herweha got: Bi dîtina min divê di niha de, stratejiya Hikûmet Herêma Kurdistanê rêkeftin be  ligel Bexdayê. Çunku ew rêyên li ber destên hikumeta Fedral de heye, li ber destên hikumeta Herêmê nîne. Lew em hewil didin mifayê ji wan sîyaset û stratîciya hikmeta Îraqê wergirîn bi taybetî derbarê mûçe û jîyara xelkê Kurdistanê.