Dara Reşîd: Mafê Herêma Kurdistanê ye daxwaza pişka xwe ji budceyê bike

Wezîrê Pilandanana hikumeta Herêma Kurdistanê, Dara Reşîd ragehand, me daxwaza piştîvanîyê ji serok komar kirîye û hemû hewlên me bo wê yekê ne arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bihêne çareserkirin û her ew rêkkevtina par sal di navbera herdû alîyan de kar pêre bihête kirin.

K24- Hewlêr

Wezîrê pilanadanana Hikumetata Herêma Kurdistanê taybet bi Kurdistan 24 got: Di civîna me ya evro de li gel serok Komarê Îraqê, me daxwaz ji wî kir piştîvanî me bike wek serok Komarê Îraqê û prêzvanê destûrê, ku ev mafên Herêma Kurdistanê di destûr de hatine û divêt bihên parzatin. Serok Komarî jî soz da ku piştîvanîya tevaya daxwazîyên me bike.

Got jî, dûv re li gel serok wezîrê karbirêkerê Îraqê, Adil Ebdulmehdî civîyayîn û me daxwaz kir, ew rêkkevtina me herdû alîyan di dawîya 2019yê wajû kirine berdewam be û em pabendin bi wê rêkkevtinê. Me nerazîbûna xwe nîşanda beranber nivîsarekê ku arîşeya yasayî durist kirîye. wî jî biryar da civîn li gel wezîrê darayî bihête kirin û me jî ew civîn encam da.

Wezîrê pilandananê zelal jî kir, kirîza darayîyê û lêkevte yên abûrîyên kirîza Koronayê hemû cîhan girtîye û Herêma Kurdistanê jî, ji deerveya wê yekê nîne, Bexda jî bi wê sedemê tûşî arîşeyên darayî bûye, lê Bexda welateke xwedî serwerîye û yedega nextîneyê heye û dikare pereyan çap bike û qeran bike. Lê herêma Kurdistanê nîne. Lew bi hatina pişka Herêmê ji Bexdea dikare ji pirsgirêkên darayî rizgar bibe.