Li Hesekê zirîpoşeke Amerîkî rastî êrîşê hat
Grûpeke nenas êrîş birin ser hêza Amerîka li bajarê Hesekê û hejmarek serbaz jî birîndar bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpeke nenas êrîş birin ser hêza Amerîka li bajarê Hesekê û hejmarek serbaz jî birîndar bûne.
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, grûpeke nenas êrîşî zirîpoşeke serbazî ya Amerîkî ji cura Hammer li nêzîkî gundê Riwêşid ê li başûrê Hesekê kirine.
Diyar kir jî, ji encama êrîşê ew zirîpoşa Amerîkî ji rê derketiye û wergeriya bûye û hejmarek ji hejmarek ji serbazên Amerîkî û şervanên HSDê ku tê de bûn, birîndar bûne.
Wê ajansê amaje bi wê da jî, roja 6ê Nîsanê, gereke hevbeş a hêzên Amerîkî û HSDê li gundewarê Dêrazorê rastî kemînekê hatin û efserekî Amerîkî û 2 şervanên HSDê hatibûn kuştin.
S. B