HRW: Divê ji Rêveberiya Xweser rê bide tîm biçin zîndanan
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) radigihîne, avakirina tîmekê ji bo diyarkirina çarenivîsa bi hezaran kesên windayî, karekî erênî ye û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, rê bide tîma lêkolînê derbasî zîndanên wê bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) radigihîne, avakirina tîmekê ji bo diyarkirina çarenivîsa bi hezaran kesên windayî, karekî erênî ye û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, rê bide tîma lêkolînê derbasî zîndanên wê bibe.
Roja 5ê Nîsanê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) avakirina komêtekê ji parêzer, çalakvan û malbatên kesên windayî ragihandibû. Rêxistina HRW ev gav bi erênî binav kir.
Cîgirê Seroka Beşa Rojhilata Navîn di Rêxistina HRW de Michael Page ragihand, destpêşxeriya MSDê ya pêkanîna vê komîtê dê hevkariyê bi malbatan re bike, ta çarenivîsa kurên xwe bizanin, lê divê Rêveberiya Xweser û Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya temam bidin wê komîtê û zanyariyên pêwîst derbarê naskirina çarenivîsa girtiyên di destê DAIŞê de jî pêşkêş bikin.
Herwiha Page daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, rê bide tîma kar û rêxistinên navdewletî ta derbasî zîndanên fermî û yên ne fermî bibin û got jî: Divê Rêveberiya Xweser bib belge tekez bike ku kesên di zêndanan de girtî ne bi awayekî rewa û li gor yasayn hatine girtin.
Li gor dawî amarên Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzdî, ji destpêka dagîrkirina Şingalê di 3ê Tebaxa sala 2014an 6417 kes hatibûn revandin û heta niha çarenivîsa 2887 kesan nediyar e.
Li gor amarên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan dide zanîn, zêdetir ji 8143 kesan ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
S. B