Parêzgarê Hewlêrê asankariyên qedxeya çûnûhatinê aşkere dike

Parêzgarê Hewlêrê radigihîne, piştî 24ê vê mehê piraniya cihên li Hewlêrê di çarçoveya qedexeya çûnûhatinê de hatine girtin, tên vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Hewlêrê radigihîne, piştî 24ê vê mehê piraniya cihên li Hewlêrê di çarçoveya qedexeya çûnûhatinê de hatine girtin, tên vekirin.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî îro di konferanseke rojnamevanî de derbarê rêkarên qedexeya çûnûhatinê de ragihand, ji sibe ve norîngehên bijîşkî li Hewlêrê tên vekirin.

Diyar kir jî, ji roja 24ê vê mehê ve jî bazar tên vekirin û biryarê li ser destbikarbûna taksiyên nava bajar jî didin. Herwiha dilniya da welatiyan jî, piraniya cihên girtî jî vedibin.

Parêzgarê Hewlêrê di heman demê de jî hişyarî da, hîna metirsiya belavbûna vîrusa Korona maye û divê welatî pabendî bi rênimayên xweparastinê bibin.

Herwiha tekez kir jî, qedexeya çûnûhatinê li bajarê Hewlêrê heta nîvê şeva 23ê vê mehê berdewam e.

 

S. B