Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê dirêj kir

Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê heta roja 1ê Gulana bê dirêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê heta roja 1ê Gulana bê dirêj kir.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber berdewamiya metrisiya vîrusa Koronayê, wan biryar daye qedexeya çûnûhatinê heta 10 rojên din ji 22ê Nîsanê û heta 1ê Gulanê dirêj bikin.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar de hin asankarî di hin warên xizmetguzariyê de hatine kirin wek dikan û dermanxaneyan de û bi taybet di warê çandiniyê de.

Li Rojavayê Kurdistanê heta niha pêketina ti haletekê bi vîrusa Korona ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve nehatiye tomarkirin. Lê roja 17ê Nîsanê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihandibû, kesekî li nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo bi vîrusa Korona canê xwe jidest daye.

 

S. B