Li Hewlêr 6 tûşbûyên Koronayê çêvebûn
Rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê, Dilovan Mehemed Fatih ragehand, 6 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Hewlêrê çêvebûn.
K24- Hewlêr
Rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê, Dilovan Mehemed Fatih ragehand, 6 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Hewlêrê çêvebûn.
Dr. Dilovan Mehemed Fatih got jî: Ewan 6 kesan pişkinîna li pey hev bo wan hatin kirin û encam her nerênî bûn, lew hatin vegerandin bo nav malbatên wan.
Herweha got, li Hewlêrê hejmara kesên çêvebûne gehişte 140 kesan û niha 29 pêketiyên Korona li Hewlêrê man e.
.