Polîtburoya PDK û YNKê dicivin
Polîtburiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin û pêwendiyên xwe û dawî pêşhatan guftûgo dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîtburiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin û pêwendiyên xwe û dawî pêşhatan guftûgo dikin.
Endamê Polîtburiya YNKê Soran Cemal Tahir ji K24ê re ragihand, sibe polîtburiya YNK û PDKê li Hewlêrê dicivin û guftûgoyan derbarê pêwendiyên wan, dawî guhartin û pêşhatên navxweyî û navçeyê de dikin.
Amaje bi wê da, herdu aliyan şandên xwe ji bo civînê pêk anîne û amadekariyên temam jî hatine kirin.
Pêr jî, Peyvdarê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihandibû, ji bo asayîkirina rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê ewê bi YNKê re bicivin.
Herwiha got jî: Ji bo çareserkirina pirgirêk û nakokiyan jî, EW diyalogê bi baştirîn çareserî dizanin.
S. B