Asayişa Qamişlo hêzên rêjîma Sûriyê bi derxistina aloziyan tomatbar dike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li Qamişlo hikûmeta Sûriyê bi derxistina aloziyan li Rojavayê Kurdistanê tometbar dike û dibêje, armanca wê têkbirina ewlehiya herêmê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li Qamişlo hikûmeta Sûriyê bi derxistina aloziyan li Rojavayê Kurdistanê tometbar dike û dibêje, armanca wê têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn girêdayî  bi êrişên Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve li dijî nuqteyên hêzên wan ên li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat, endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî bi armanca belavkirina tevliheviyê, têkbirina ewlehiya herêmê û çandina nakokiyê di bajêr de, têkbirina qedexeya derketina derve, kiryarên tirsonek dike.

Herwiha di daxuyaniya asayişê de hatiye, endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî roja Sêşemê 21`ê Nîsanê nuqteyek leşkerî ya girêdayî hêza wan li taxa Helko ya li nêzî nuqteya wan armanc girtine û hewl dane herêmên dibin kontrola hêzên wan de destser bike û nuqte û bendên xwe li nêzî xeta tirênê ava bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibêje: “Di çend rojên dawîn de gule li endamên me û nuqteyên me yên leşkerî berandin. Li ser wê hêzên me bersîva jêderên gulebaranê dan.”

Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dike ku em li hemberî her aliyekî ku hewl bide ewlehiya bajarên wan û selametiya welatiyên wan armanc bike, bêdeng nemînin.

Herwiha diyar dike: “Ji ber ku di demekê de ku hêzên me bi parastina bajar û welatiyên me ji şewba ku li cîhanê belav bûye, mijul e ev kirayên tirsonek têne kirin.”

Li dawiyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibêje: “Em li gorî banga Neteweyên Yekgirtî ya agirbestê tev digerin, lê milîsên girêdayî rejîmê li gorî vê yekê tevnegerin, berûjvajî wê hewl dide bi nêzîbûna meha Remezanê ya pîroz tirsê di nava şêniyan de çê bike."

 

S. B