Îranê yekem heyva destkir şande valahîya asmanî

Supayê Pasdarên Îranê yekem heyva destkir şande valahîya asmanî û wê bo çalakîyên serbazî bikar dihîne.

K24- Hewlêr

Supayê Pasdarên Îranê yekem heyva destkir şande valahîya asmanî û wê bo çalakîyên serbazî bikar dihîne.

Sipêde ya evro Çarşembîyê, mêdyayên fermî yên Îranê belavkirin, ku Supayê Pasdarên Îranê heyva deskir a Nûr  bi dû qonaxan şande Valahîya asmanî û li dûrahîya 425 kîlometran ji erdê cihgîr kirîye.

Ajansa Faris Niyoz aşkera kirîye, Heyva destkir a Nûr bi armanca çalakîyên serbazî dihête bikarhînan û bi serkevtî li valahîya asman cihgîr bûye.