Îranê yekem heyva destkir şande valahîya asmanî
Supayê Pasdarên Îranê yekem heyva destkir şande valahîya asmanî û wê bo çalakîyên serbazî bikar dihîne.
K24- Hewlêr
Supayê Pasdarên Îranê yekem heyva destkir şande valahîya asmanî û wê bo çalakîyên serbazî bikar dihîne.
Sipêde ya evro Çarşembîyê, mêdyayên fermî yên Îranê belavkirin, ku Supayê Pasdarên Îranê heyva deskir a Nûr bi dû qonaxan şande Valahîya asmanî û li dûrahîya 425 kîlometran ji erdê cihgîr kirîye.
Ajansa Faris Niyoz aşkera kirîye, Heyva destkir a Nûr bi armanca çalakîyên serbazî dihête bikarhînan û bi serkevtî li valahîya asman cihgîr bûye.