Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 58a evro Sêşembîyê, 22yê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 58a evro Sêşembîyê, 22yê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 58

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (8,410) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,491) hevwelatî di kerentînan de man e di (32) cihên cuda de, (417) li Hewlêrê, (219) li Silêmanîyê, (826) li Duhokê û (29) jî li Raperîn. (6,919) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (63) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,123) pişkinîn hatin encamadan. (446) li Hewlêrê, (217) li Silêmanîyê, (450) li Duhokê, (7) li Helebce û (3) jî li Soran.

Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (337) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (304) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

22-4-2020