Li Duhokê 13 kes bi teqekirina xweşiyê birîndar bûn
Li Duhokê piştî ragihandina başbûna tûşbûyên bi vîrusa Korona û nemana ti haleteke tûşbûnê li bajêr, hejmarek kes teqe kirin û gule berdan, di encamê de jî 13 kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Duhokê piştî ragihandina başbûna tûşbûyên bi vîrusa Korona û nemana ti haleteke tûşbûnê li bajêr, hejmarek kes teqe kirin û gule berdan, di encamê de jî 13 kes birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Duhokê diyar kir, ji encama teqekirina dilxweşiyê, 13 kes li parêzgeha Duhokê birîndar bûn û bo nexweşxaneya hawarhatinê ya bajêr hatin vegihastin.
Li gor zanyariyan, li piraniya tax û navçeyên Duhokê teqe bi esman ve hatin kirin û çekên demance, kilakşînkov û PKC jî hatin bikaranîn.
Birîndarbûna 13 kesan li sînorê parêzgeha Duhokê di demekê de, kêmtirîn haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li wê parêzgehê hatibûn tomarikirin.
S. B