Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im hatina meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina meha Remezanê belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina meha Remezanê belav kir û tê de dawaz ji mamosteyên olî kir, berdewam bin bi rênimayîkirina welatiyan bo parastina xwe û civakê ji vê nexweşiyê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de radigihîne, “Bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz, pîrozbahiyê li Musilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im meha xêr, bereket û rihmetê be û xwediyê mezin û dilovan rojî, dua û îbadeta hemûyan qebûl bike”.
Herwiha Mesûr Barzanî dibêje, “Li vir bi pêwîstî dizanim, spasiya mamosteyên olî yên Herêma Kurdistanê bikim, ku roleke wan a girîng û berçav hebû di hevkarîkirina bicihkirina rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona û rênimayên tenduristî de. Daxwaz ji wan dikim jî, berdewam bin bi rênimayîkirina welatiyan bo parastina xwe û civakê ji vê nexweşiyê”.
Di dawiya peyamê de jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Hêvîdar im hatina meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji her aliyekî re”.
S. B