Desteya Çandiniyê: Diyarkirina nirxê genim piştî lêkolînê hatiye
Desteya Çandiniyê jî piştî lêkolînekê nirxê 225 Lîre ji bo kirîna kîloya genim re diyar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser li ser destnîşankirina nirxê kirîna genimê îsal ragihand, belavbûna vîrusa Korona li seranserî cîhanê, bandoreke xirap li ser aboriyê kir, Desteya Çandiniyê jî piştî lêkolînekê nirxê 225 Lîre ji bo kirîna kîloya genim re diyar kir.
Serokê Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo ji K24ê re diyar kir, “Desteya Tenduristiyê jî nirxê genim li gor nirxê têçûna wê diyar kiriye. Îsal sotemenî bi nirxekî kêmtir gihîşt ji cotkaran. Herwiha Me genim bi 160 Lîre ji cotkaran kirî û piştî dermankirin û amadekirina wê wek tov ku zêdetir ji 200 Lîre lê çû, me bi 180 Lîre firot cotkaran. Herwiha nirxê kirîna genim piştî lêkolînê hat diyarkirin.”
Amaje bi wê jî da, tevî ku sala bûrî nirxê kirîna genim li cem rêveberiya Xweser 160 Lîre bû û li cem rêjîma Sûriyê bi 185 Lîreyan bû, lê rêjîma Sûriyê tibabeke kêm kirî û piştre jî rawestiya û nekirî, li hemberê Rêveberiya Xweser hemû dexlê cotkaran kirî.
Got jî: “Desteya Çandiniyê sala bûrî 550 hezar ton genim kirî, em ne bazirgan in ta ku sûdekê jê werbigirin, ji ber wê jî me bi nirxeke erzantir ew genim û wek tov û ard da welatiyan.”
S. B