Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê hate dirêjikirin

Wezareta Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê daxyanîyeka nû evro Pêncşembîyê, 23/4/2020 belav kir û biryar da qedexeya hatinûçûnê heya 1ê/5/2020 berdewam be li tevaya Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê daxyanîyeka nû evro Pêncşembîyê, 23/4/2020 belav kir û biryar da qedexeya hatinûçûnê heya 1ê/5/2020 berdewam be li tevaya Herêma Kurdistanê.

Wek di wê daxyanîyê de hatîye, li ser pêşnîyaza parêzgeh ji demjimêr 12:00 yê şevê heya 4:00 sipêdeyê, ew cih dihên vekirin ku parêzgeh bi pêwîst dizanin û hevwelatîyan pêdivî pê hebe, wek nanewaxaneyan di mehya Remezanê de.