Li Duhokê kesek dî tuşî Koronayê bû
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, hevwelatîyekê temen 46 salî li Duhokê tuşî Vayrosa Koronayê bû.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, hevwelatîyekê temen 46 salî li Duhokê tuşî Vayrosa Koronayê bû.
Di ragehandineka Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê de hatîye, di berwamîya pişkinînan de û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, tûşbûyekê Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19) li parêzgeha Duhokê hat destnîşankirin, ku pizîşkekê pispre, zelamekê temen 46 salîye û rûniştvanê bajarê Duhokê ye.
Ev jî pişt wê yekê dihêt, ku şeva burî, li Duhokê bi boneya dawîhatina Koronayê teqeya xweşîyê hate kirin li sinûrê wê parzêgehê û bi sedema wê teqekirinê jî 13 kes birîndar bûn.