Şanda Danustanskar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Parlemanê dicive

Roja Yekşemba bê, Şanda Danûstandkar ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexda bi mebesta berçav diyarkirina firaksyonên Parleman Kurdistanê, ligel Parleman dicive.

K24- Helêr

Roja Yekşemba bê, Şanda Danûstandkar ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexda bi mebesta berçav diyarkirina firaksyonên Parleman Kurdistanê, ligel Parleman dicive.

Serokê Firaksyona Partîya Demokrata Kurdistanê, Umêd Xoşnaw ji Kurdistan 24 re ragehand ku Roja Yekşemê demjimêr 11 şanda hikûmetê serdana Parleman dike û ligel Serokatiya parleman û tevahiya firaksyonan dicive.

Xoşnaw got: Tewerên civînê pêşkêşkirina dawîn pêşhate li ser asta danûstandinên wan li Bexda, herwiha mijara budceya herêma Kurdistanê  û şayesteyên Herêmê  û kêşeyên navçeyên Kurdistanî  û hemahengiya ligel hikûmeta Îraqê û mijara petrolê dibe.