Ji sube ve, bi çend mercan, rê bi karkirina şofêrên taksiyan tê dan

Wezîrê Veguhestinê yê herêma Kurdistanê eşkere dike, ji sube ve, bi çend mercan, rê bi karkirina şofêrên taksiyan tê dan.

K24- Hewlêr

Wezîrê Veguhestinê yê herêma Kurdistanê eşkere dike, ji sube ve, bi çend mercan, rê bi karkirina şofêrên taksiyan  tê dan.

Wezîrê veguhestin û gihandinê yê Hikûmeta herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, ku ji roja Înê ve, bi çend mercên nû, rê didin bi karkirina taksiyan li nav bajêr. Ligor mercan, karkirina taksiyan bi tak û cot dibe û divê şofêr pabendî rênimayan bibin.