Kesek dî li Silêmanîyê Tûşî Koronayê bû

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di evro de, dûyem haleta tûşbûnê bi Koronayê ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê di evro de, dûyem haleta tûşbûnê bi Koronayê ragehand.

Li gor ragehandineka wezareta Tenduristîyê, zelamekê temen 39 salî, ku xelkê bajarê Silêmanîyê ye, tûşî Koronayê bûye.

Di wê ragehandinê de hatîye, ew hevwelatî di kerentîneyê de ye, berê geşta Birîtaniya kiribû.

Ev dûyem haleta tûşbûnê ye bi Vayrosa Koronayê ku di evro de dihête ragehandin, piştî li Duhokê jî haleteke tûşbûnê hat destnîşankirin ku zelamekê temen 46 salîye û pizîşke.