Serokatîya Perlemanê bîrewernameyekê derbarê dosê ya Mistefa Selîmî arasteya hikumetê dike
Bîrewernameyeka hejmareka perlemantaran derbarê dosê ya Mistefa Selîmî arasteya hikumeta Herêma Kurdistanê hate kirin.
K24- Hewlêr
Bîrewernameyeka hejmareka perlemantaran derbarê dosê ya Mistefa Selîmî arasteya hikumeta Herêma Kurdistanê hate kirin.
Komîteyeka perlemanî ku pêkhatîye ji 5 perlemantaran, wajû li ser bîrwernameyekê kirine û Perlemanê jî ew bîrewername arasteya hikumeta Herêma Kurdistanê kirîye.
Di naveroka bîrewernameyê de, wan perlemantaran dûvçûnên xwe li ser dosê ya Mistefa Selîmî amade kirine û têde hatîye: Wek li ba hemûyan aşkera ye, Mistefa Selîmî, xelkê Seqize. Tuhmeta kuştina polîsekî û endamînîyê di partîyeke rojhelatî de li ser bû. 17 salan di zîndanê de mabû, li rêkevta 27/3/2020 li gel 70 kesan ji zîndana bajarê Seqizê revîyan.
Herweha hatîye nivîsîn: Mistefa û 6 kesên din bi nihênî diçin Bane û li gel hevalên xwe biryar didin bihên başûrê Kurdistanê. Êdî hinek ji wan dihên başûr û hinek jî xwe radestê hikumeta Îranê dikin.. Mistefa Selîmî, li rêkevta 2/4/2020 derbazî başûr dibe û diçe gundê Sîya Gwêz, ser bi nahye ya Germik. Peyamê bo kurê xwe dişîne û dibêje: Ez gehiştim Başûr. Dûv re diçe mizgefta gundê Sîya Gewêzê û çend kesên xelkên gund li wir dibîne. Ji wan jî kesek bi navê Sîrwan Heme Emîn û kesek din bi navê Îsmayîl Tofîq kû kadirekê partîya Bizava Îslamîye.
Sîrwan li roja 2/4/2020 lin ser daxwazîya Selîmî peywendîyê bi kesekî li Silêmanîyê dike ku xelkê Rojhelate û berê bi hev re Pêşmerge bûne di Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) de. Sîrwan bi wî kesî re dibêje, ku Mistefa Selîmî li mala wan e, li Sîya Gwêzê û dixwaze li gel wî biaxive. Ew kes bi telefona Sîrwan li gel Selîmî diaxive û ew kes daxwaz ji Sîrwan dike ku haydarê Selîmî be heya çareyekê ji halê wî re dibînin. Lê, Sîrwan nûçeya hatina Selîmî digehîne Asayîşê û bi sedema Koronayê wan haydar dike ku kesek li ba wî ye û ji Rojhelatê ve hatîye.
Li 3/4/2020 careka din Sîrwan û li gel wî Kurdê Rojhelatî diaxive û ji wî re dibêje, Mistefa Selîmî dê radestî Asayîşê bike. Ewî Kurdê Rojhelatê ku li Silêmanîyê bûye, telefona Eta Nasir Seqizî kirîye, ku endamê partîya Ûmer Îlxanîye û daxwaz dike hewil bide Mistefa Selîmî radestê Îranê nehête kirin. Ew jî dibêje: Hejmara min bide wî, bila li asayîşê telefona min bike û bibêje: Ez ji Partîya Komeleme. Lê Asayîş ew birin.
Li 4/4/2020 carek dî, ew kurdê rojhelatî telefona Sîrwan dike û ji halê Sîrwan dipirse, lê Asayîşê ew birine bo kerentîneyê bo Başmax. Dûv re ewî Kurdê Rojhelatî telefona çend kesan kirîye li Hizaba Demokrata Kurdistanê (HDK) û Hizaba Demokrata Kurdistan- Îran (HDKÎ) û dibêje wan, Mistefa Selîmî li ba Asayîşê ye. Ev kurdê Rojhelatî li her tişt haydare û amadeye şahidîyê bide.
Herweha di Bîrewernameyê de tekez hatîye kirin, ku Selîmî hatîye Herêma Kurdistanê û li ser evê yekê nivîsine: Berî li sêdaredana Mistefa Selîmî, berpirsên zîndanê gazî kesûkarên wî dikin û ji wan re dibêjin dikarin wî bibînin. Li 10/4/2020ê kesûkarên seklîm, Selîm dibîinin û ji wan re dibêje, ku ew hatîye başûrê Kurdistanê û ji wir ve radestî Îranê hatîye kirn. Li roja 11/4/2020 Selîmî hate li sêdaredan.


