Bandora Koronayê li ser cotyaran
Li Bakurê Kurdistanê ji aliyekê ve tedbîrên pêşîlêgirtina Varosa Koronayê berdewam dikin û ji aliyekê ve jî cotkar diçin nav zeviyên xwe û cotkariyê dikin
K24-Amed
Li Bakurê Kurdistanê ji aliyekê ve tedbîrên pêşîlêgirtina Varosa Koronayê berdewam dikin û ji aliyekê ve jî cotkar diçin nav zeviyên xwe û cotkariyê dikin. Cotkaran piştî çandiniya genim û ceh û nîsk niha jî dest bi çandiniya garis kirine. Cotkarên ku zeviyên xwe kêlayîbûn bûn piştî baranê êdî bi tiraktoran tovê garis diçînin û gubre dikin. Cotkar Hecî Çolak dibêje; ji ber Varosa Koronayê abûrî di nav qeyraneke mezin de ye û çareserî jî hilberîn e. Li gorî Hecî Çolak heger beşa cotkariyê baş were piştgirîkirin dê barê qeyranê jî sivîktir bibe.
Hecî Çolak – Cotkar- got:"Niha werzê çandiniya garis e. Ev çend roj bû baran dibariya, zevî şil bû me nedikarî em garis biçînin. Êdî dem namîne û me jî dest bi çandiniya garis kir. Bareneke lêbike dê gelekî baş be. Piştgiriya cotkaran kêm e, mazot û gibre biha ye. Kîloya gibreyî bihe 2,5 lîre. Mazot niha 4 lîre ye lê em qala îro nekin, dê dîsa ibe 6-7 lîre. Ev traktor rojane 200 lître mazot dişewitîne, 4 traktorên me hene, ka bihesibîne çiqas lêçûn zêde dibe. Piştgirî kêm e."
Li gorî ragihandina Wezareta Karên Navxe ya Tirkiyeyê, qedexe ji bo cotkar û rênçberan nehatiye ragihandin û ew dikarin karên xwe bikin. Cotkarên Diyarbekirê jî ji bo berdewamiya çandiniyê diçin nav zeviyên xwe û karên xwe berdewam dikin. Li gorî nirxandina Serokê Koordînasyona Bajêr ya Jûrên Cotkarên Diyarbekirê Mehmet Cevat Delîl, ji bo ku qeyrana Coronayê bandoreke mezintir li abûriyê neke divê dewlet zêdetir piştgiriya cotkaran bike.
Mehmet Cevat Delîl - Serokê Koor. Bajêr yê Jûrên Cotkarên Diyarbekirê- got: "Pirsgirêka me ya mezin elektrîk e. Ji bilî elektrîkê ti pirsgirêkên me tune ye. Em dixwazin niha piştgiriya pembûyê sala borî niha bigrin. Me pembû sala borî firot û cotkar piştgiriyê dixwazin. Yekitiyên avdaniyê hatine girtin û niha bi destê Serokatiya Karên Dewletê ew kar tê kirin. Cotkarên ku deyndarên elektrîkê ne nikarin piştgiriya xwe bigrin. Ev serokatiya Karên Avê dest datîne ser pereyên cotkaran. Ev dixwazin ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek bê peyda kirin."
Wezarata Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê radigihîne ku ji ber ceyranan êdî dê zêdetir girîngiyê bi cotkarî û cotkaran û hilberînê bidin. Li bakur bi hezaran cotkarên ku ji ber deynên elektrîkê nikarin piştgiriyê cotkarî bigrin hene û ew dixwazin ku bihayê elektrîkê ji bo cotkaran were kêmkirin û piştgiriya mazot û gibre û dermanan jî were zêdekirin.