Li Îranê 93 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan

Peyivdarê Wezareta tendrustîya Îranê Kyanuş Cehanpûr ragehand, di 24 demjimêrên bûrî de, 93 kesên din bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan, herweha 5 hezar û 368 kesên din tûşî wê Vayrosê bûne.

K24- Hewlêr

Bi vê yekê jî hijmara kesên heya niha li Îranê bi Koronayê canê xwe ji dest dane gehişte  5 hezar û 574 kesan, hijmara tûşbûyan jî, bi giştî, ghişte 88 hezar û 194 kesan.