Li Duhokê dû kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, dû haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Duhokê hatin tomarkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, dû haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Duhokê hatin tomarkirin.

Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîyê, dû tûşbûyên Vayrosa Korona ya nû li Duhokê hatin destnîşankirin, ku zelamekê temen 77 salî û nevîyê wî û yê temenê wî 8 salîye û herdû jî rûniştvanên bajarê Duhokê ne.

 Piştî ragehandina nemana ti haleteka tûşbûnê bi Koronayê li Duhokê, ev sê haletên tûşbûnê ye bi Koronayê li wê parêzgehê dihêne tomarkirin.