Serok Barzanî: Îradeya xelkê Qeladizê biser dijminan ket

Li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma berê yê Iraqê ve, Serok Barzanî li peyamek da, silav ji bo xweragirî û qehremaniya xelkê serbilindê Qeladizê re dişîne ku eve jî naveroka wê ye:

K24- Hewlêr

Li salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmanî li 24/04/1974 silav dişînin ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Dijmin xwest bi bombebarankirin û paşê jî wêrankirina Qeladizê û veguhestina xelkê wê, îradeya xelk Qeladizê bişkîne û jiyan û şoreşgêrî li wê deverê da nehêle. Lê belê ewe xelkê Qeladizê bû ku li ser dijmin da serkeft. Silav li xweragirî û qehremaniya xelkê serbilindê Qeladizê.

Mesûd Barzanî
24.04.2020