Efrîn.. Di Adar û Nîsanê de, 96 sivîl hatine revandin û 4 jî hatine kuştin

Rêxistîya Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, di herdu mehên Adar û Nîsanê de, 96 sivîl li Efrînê hatine revandin û çar jî hatne kuştin, Herweha 6,000 darên zeytunan jî hatine birrîn .

K24- Hewlêr

Rêxistîya Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, di herdu mehên Adar û Nîsanê de, 96 sivîl li Efrînê hatine revandin û 4 jî hatine kuştin, Herweha 6,000 darên zeytunan jî hatine birrîn.

Rêxistîya Mafên Mirovan li Efrînê di raporeke xwe de dibêje, artêşa Tirkiyê berdewame di binpêkirinan de li bajarê Efrînê, li gor raporê, di herdû mehên Adar û Nîsanê de  girupên çekdarên ser bi Tirkiyê ve 96 sivîl revandine. di nav wan de 4 jin hene. Herweha çar kes jî hatine kuştin ku du ji wan kesên bi temenin.

Herweha di çarçoveya binpîkirinan de 6,000 darên zeytunan jî li gundê Dêr Belut  li bajarokê Cindirêsê hatine birrîn, ev ji bilî dizîn û wêrankirina deverên şunwarî li herdû bajarokên Şiye û Raco.

Rêxistîya Mafên Mirovan li Efrînê ragehand jî, Tirkyê bi van binpêkirinan hewil dide ku demografya navçeyê biguhere û girupên çekdar jî di vî bwarî de bi kartîne, daku berpirsyarîya van karan li stûyê xwe negre .