Li Silêmaniyê 2 tûşbûyên nû bi Korona hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi vîrusa Korona li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi vîrusa Korona li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 2 tûşbûnên din bi vîrusa Korona COVID-19 li parêzgeha Silêmaniyê hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, kesek ji wan peyayekî 80 salî ye û rûniştvanê Şarbajêr e û yê din jî peyayekî 29 salî ye xelkê qezaya Kifrî ye.
S. B