Li Silêmaniyê 2 tûşbûyên nû bi Korona hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi vîrusa Korona li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi vîrusa Korona li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 2 tûşbûnên din bi vîrusa Korona COVID-19 li parêzgeha Silêmaniyê hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, kesek ji wan peyayekî 80 salî ye û rûniştvanê Şarbajêr e û yê din jî peyayekî 29 salî ye xelkê qezaya Kifrî ye.

 

S. B