Li Iraqê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de 3 kesan bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de 3 kesan bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dane.

Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, duhî 31 haletên pêketina bi vîrusa Korona hatine tomarkirin û 3 kesan jî canê xwe bi wê vîrusê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê 1708 kes bi vîrusa Korona ketine û 86 kesan jî canê xwe jidest dane.

Wezareta tenduristiyê diyar kiriye, heta niha 1204 kes baş bûne û 418 kes jî li nexweşxaneyan çareseriyên pêwîst werdigirin.

Iraqê ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona rêkarên tund girtiye ber û qedexeya çûnûhatinê jî ragihandiye.

 

S. B