Fransa zarokeke DAIŞê ji Rêveberiya Xweser werdigire
Hikûmeta Fransayê zarokeke DAIŞê ya nexweş, ji Rojavayê Kurdistanê vediguhêzîne welatê xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Fransayê zarokeke DAIŞê ya nexweş, ji Rojavayê Kurdistanê vediguhêzîne welatê xwe.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, zarokeke 7 salî ya DAIŞê ku nexweşiya dil pê re ye û dê û bavekî Fransî ye, ji navçeyên Rêveberiya Xweser bo Herêma Kurdistanê hat veguhastin, piştre jî bo Fransyê tê veguhastin.
Rêveberiya Xweser pêştir çendîn caran ragihandibû, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên xwedî regeznameyên biyanî li cem wan hene û ew jê re barekî giran e û daxwaz ji welatan kiribû, endamên xwe yên DAIŞê werbigirin.
Di meha Sibata bûtî de jî, şandek Rûsyayê bi serokatiya Komisyera Mafên Mirovan a Rûsyayê Ana Kozintsova seredana Rojavayê Kurdistanê kiribû û 35 zarokên Rûsî wergirtibû.
S. B