Li Îranê 76 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan

Amarên pêketin û mirina bi vîrusa Korona li Îranê ber bi daketinê de ne û Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 76 kesan canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amarên pêketin û mirina bi vîrusa Korona li Îranê ber bi daketinê de ne û Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 76 kesan canê xwe jidest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, duhî 1 hezar û 134 haletên pêketina bi vîrusa Korona hatin tomarkirin û 76 kesan jî canê xwe jidest dan.

Li gor rojên pêştir, amarên pêketin û mirina bi vîrusa Korona li Îranê kêm bûne. Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Îrec Herîrcî diyar kir, ji sedî 70 ji nexweşan baş bûne.

Ev di demekê de ye, heta niha li Îranê 89 hezar û 328 kesan bi Korona ketine û 5 hezar û 650 kesî jî canê xwe jidest dane.

 

S. B