Mezlûm Ebdî: Helwestên PYD û ENKSê erênî ne
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, pêşketineke baş di pirsa nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de heye û di demên pêş de dê encamên baş hebin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, pêşketineke baş di pirsa nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de heye û di demên pêş de dê encamên baş hebin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, helwestên Partiya Yekîtina Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û hemû aliyên din yên siyasî derbarê pirsa yekrêziya Kurdî de erênî ne û di demên pêş de dê encamên baş hebin.
Herwiha Ebdî daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir, piştevaniyê li destpêşxeriya yekrêziyê bikin û bi hev re kar ji bo serxistina wê pirsê bikin.
Ev daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, piştî wê yekê hat, îro pêşwazî li şandeke rewşenbîr û hejmarek ji kesên serbixwe yên herêma Kobaniyê kiribû.
S. B