Serokê Partiyeke Iraqê: Divê Iraq ji federalîzmê ber bi konferderalîzmê biçe
Serokê Partiya Ume ya Iraqî radigihîne, sîstema federalîzmê li Iraqê şikestin aniye û divê ber bi sîstema konferderalîzmê biçin. Tekez dike jî, partiyên Şîe di birêvebirina Iraqê de têk çûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Ume ya Iraqî radigihîne, sîstema federalîzmê li Iraqê şikestin aniye û divê ber bi sîstema konferderalîzmê biçin. Tekez dike jî, partiyên Şîe di birêvebirina Iraqê de têk çûne.
Serokê Partiya Ume ya Iraqê Mîsal Alosî derbarê pirsgirêkên niha yên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû de ji K24ê re ragihand, destêwerdan di pêkanîna hikûmeta nû de tê kirin. Ji piştî sala 2003an de partiyên Şîe di birêvebirina Iraqê de şikestin anîne, ji ber wê divê Iraq ji sîstema federalîzmê ber bi sîstema konfederalîzmê biçe.
Misal Alosî ragihand jî, “Heta niha li ser nasnameya Iraqê di nakokiyan de ne, nizanin nasnemeya vî welatî çi ye, Iraq ji aliyê welatên cîran ve bûye bûye meydana milmilaneyên tund”.
Got jî: “Iraq welatekî têkçûyî ye. Gelê Iraqê ne razî ye û rabûye ser xwe. Pirsgirêk di heykelê hikûmetê de heye. Giriftên aborî û xizmetguzariyê hene. Niha dema wê hatiye, em hes bi wan metirsiyan bikin”.
Serokê Partiya Ume ya Iraqê got: “Desthilatdarên Bexdayê pêş û piştî 2003an, dixwazin Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê be. Ew netewa Kurd naxwazin, belkû tenê xaka wê dixwazin, ev jî cihê sersamî û tênegihîştina ji hevpariyê ye”.
Ji aliyekî din ve amaje bi rêkar û rênimayên Herêma Kurdistanê ên rûbirûbûna vîrusa Korona kir û got, divê Iraqê sûde ji ezmûna Herêma Kurdistanê wergirtiba, ku çawa Hikûmeta Herêmê rûbirûyî vîrusê û qeyranan bûne.
S. B