Encamên guftûgoyên şanda Hikûmeta Herêmê li Bexdayê tên aşkerekirin
Îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya berî çend rojan bi serdanekê li Bexdayê bû, ligel Desteya Serokatiya Parlemana Kurdistanê û serokên firaksiyonan dicive û encamên guftûgoyên bi berpirsên Bexdayê re diyar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê heftiya bûrî serdana Bexdayê kiribû û derbarê çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de mane, bi berpirsên Bexdayê re civiyabû.
Serokê Fraksiyona YNKê li Parlemana Kurdistanê Cemal Hewîs ji K24ê re ragihand, “Derbarê serdana şanda Hikûmetê bo Bexdayê bi şandê re dicivin. Bi me baş e bi Bexdayê re li gor rêkeftina ku ber di navbera me de heye bigihin encamekê, bi taybet ku niha ji ber rewşa Koronayê, bandor li xelkê bûye.
Got jî: “Heger Bexda destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê neşîne, li Dadgeha Federalî giliyê tomar dikin.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê Fraksiyona PDKê Omêd Xoşnaw ji K24ê re got: “Divê têgeheştina me ya hevbeş hebe ku parlamento û hikûmet ne du saziyên cuda ne û temamkerê hev in û heger kêmasiyek di hikûmetê de hebe, bêgûman li parlamentoyê jî heye û eger destkeftek jî hebe yê hemû aliyan e.’’
S. B