Li Îranê zêdetir ji 90 hezarî kesî bi Korona ketine
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 60 kesî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 60 kesî canê xwe jidest dane.
Peyvdarê Wezareta Tenduristiya Îranê, Kiyanoş Cehanpor ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 1153 kesên nû bi vîrusa Korona ketin û 60 kesî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên bi Korona ketine gihîtiye 90 hezar û 481 kesan û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî gihîşt 5 hezar û 710 kesan.
Cehanpor da zanîn, heta niha nêzîkî 70 hezar nexweş jî baş bûne û rewşa 3 hezar û 79 nexweşan jî ne baş e.
S. B