Li Duhokê kesek dî tûşî Koronayê bû
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, haleteka dî tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Duhokê hatîye tomarkirin.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, haleteka dî tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Duhokê hatîye tomarkirin.
Li gor ragehandina encamên pişkinînên Wezareta Tenduristîyê, ew kesê tûşbûyî, zelamekê temen 75 salîye û xelkê bajarê Duhokê ye û berkevtîyê tûşbûyekê berê ye.
Piştî ragehandina nemana ti haleteka Koronayê li bajarê Duhokê, ev çarem haleta Tûşbûnêye bi koronayê li wê parêzgehê dihête tomarkirin.