Li Besra û Mîsan şerên tund di navbera eşîran de rûda

Çavkanîyekê Ewlekarîyê li Besra amaje bi serheldana şerekê tund kir di navbera dû hozan (eşîran) de li bakûrê bajêrî û ragehand, xelikî daxwaz ji hêzên ewlekarî û Serbazîyê kirine, ku wî şerî damirkînin.

K24- Hewlêr

Hevdem li devera Qadisîye li bajarê Îmare li navenda parêzgeha Mîsan jî, şerek dî di navbera dû hozan de durist bû ye û çekên sivik û nîv giran têde hatine bikaranîn.

Bi sedema nebûna yasayê, salane şer û nakokî rûdide di navbera hozan de li başûrê Îraqê, gelek caran jî hikumet ji Bexda ve hêzê dişîne wan deveran.