Li Hewlêrê 2 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan ragehand.
Di ragehandina Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê de hatîye, li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, dû tûşbûyên nû yên Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin. Ku dû zelam in, yek temen 46 salîye û rûniştvanê nahye ya Kesnezane û yê dî jî temen 32 salîye û rûniştvanê kempa Dareşekran e li parêzgeha Hewlêrê.
Her evro Wezareta Tenduristîyê tûşbûna kesekê din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragehandibû. Weha jî hejamra ew kesên di evro de tûşî Koronayê bûne li Herêma Kurdistanê 3 halet in.