Li Îraqê 57 haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristîya Îraqê di ragehandinekê de amara 24 demjimêrên burî yên Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê di ragehandinekê de amara 24 demjimêrên burî yên Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

Di wê ragehandinê de hatîye, pişkinîna pizîşkî bo 3,074 gumanlêkirîyan hate encamdan û tûşbûna 57 kesan hat destnîşankirin.

Derbarê hejmara mirîyan jî, bi sedema Vayrosa Koronayê di 24 demjimêrên burî de, kesek li Bexda bi sedema wê Vayrosê canê xwe ji dest daye.

Her di wê ragehandinê de amaje hatîye kirin, ku 39 haletên çêvebûnê jî hatine tomarkirina di 24 demjimêrên burî de.

Li gor ragehandina wezaretê,  heya niha li Îraqê hezar û 820 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê hatine tomarkirin. Ji evê hejmareyê jî 87 kesan bi sedema wî derdî canê xwe ji dest dane, di demekê de ku 1,263 kes jî bi temamî ji Vayrosê çêvebûne.