Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 62 ya evro Yekşembîyê, 26ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 62 ya evro Yekşembîyê, 26ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 62
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,017) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,601) hevwelatî di kerentînan de man e di (33) cihên cuda de, (485) li Hewlêrê, (259) li Silêmanîyê, (808) li Duhokê û (49) jî li Raperîn. (7,416) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (72) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (814) pişkinîn hatin encamadan. (313) li Hewlêrê, (245) li Silêmanîyê, (254) li Duhokê û (2) jî li Helebce.
Di encam de, (3) haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (2) li parêzgeha Hewlêr û (1) jî li parêzgeha Duhok
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (347) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (320) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
26-4-2020