Li Efrînê 2 bombeyên vedayî teqiyan
Li Efrînê duhî 2 bombeyê vedayî li duh cihên cuda teqiyan, di encamê de fermandarekî grûpeke çekdar a ser bi artêşa Tirkiyê ve birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê duhî 2 bombeyê vedayî li duh cihên cuda teqiyan, di encamê de fermandarekî grûpeke çekdar a ser bi artêşa Tirkiyê ve birîndar bû.
Jêderekî ji Efrînê ji K24 re diyar kir, duhî piştî nîvro bombeyeke vedayî li ser riya gundê Maratê di nava zeviyekê de teqiya, lê ti ziyanên jê çê nebû.
Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Basûtê şeva bûrî bombeyeke vedayî bi otombîla fermandarekî grûpeke çekdar de teqiya û ew birîndar bû.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji berî 2 salan ve, bi awayekî berdewam teqîn tên kirin. Li gor çalakvanên Efrînê, bi piranî welatiyên sivîl dibin qurbanî, lê hin caran nakokî û şer di navbera grûpên çekdar de derdikevin û ew otombîlên hevdu diteqînin.
S. B