Seroka Fraksiyona PDKê: Birîna mûçeyên Herêmê karekî siyasî ye

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ragihand, pirsgirêka neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, pirseke siyasî, ne yasayî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ragihand, pirsgirêka neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, pirseke siyasî, ne yasayî ye.

Seroka Fraksiyona PDKê li Parlemana Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, li gor binemayên budceya Iraqê, ti pirsgirêk di şandina pereyan de nîne, di madeya 27 a çavdêriya darayî Iraqê de, behsa birîna budceya Herêmê nehatiye kirin, belkû tê de hatiye, divê herdu alî derbarê xerckirinên xwe bicivin û li ser wê binemayê budceya bê danîn.

Dr. Viyan Sebrî diyar kir, di vê hefteyê de şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din ji bo wê pirsê serdana Bexdayê dike.

Ragihand jî, birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, karekî siyasî ye û li dijî binemayên destûrê ye. Wan madeya 27 wek bihane girtiye, lê ew made behsa birîna beşa budceya Herêma Kurdistanê nake.

Hikûmeta Bexdayê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dereng xistiye, ji bo wê pirsê û pirsên darayî û petrolê hefteya bûrî şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû.

 

S. B