Hikûmeta Herêmê: Nabe mûçeyên fermanberan wek fişara siyasî bikar bê

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civîna şanda Hikûmetê û fraksiyonên Kurdistanî li Iraqê de ragihand, nabe mûçeyên fermanberan wek karteke siyasî bikar bê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civîna şanda Hikûmetê û fraksiyonên Kurdistanî li Iraqê de ragihand, nabe mûçeyên fermanberan wek karteke siyasî bikar bê.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di konferaseke rojnamevanî de ragihand, wan civîneke baş bi fraksiyonên Kurdistanî li Iraqê re kirin û ew yek deng in, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi Bexdayê re hene.

Cotyar Adil ragihand jî, nabe mûçeyên fermanberan wek kareteke fişara siyasî bikar bê.

Amaje bi wê jî da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû rêkeftinên petrol û gazê bi Hikûmeta Iraqê re pabend e û divê li hemberê jî Hikûmeta Iraqê pabend be û destkeftên darayî bişîne, herwiha daxwazên wan yasayî ne.

Herwiha daxwaz kir, wek çareseriyeke bingehîn ji hemû pirsgirêkan re, di zûtirîn dem de yasa petrol û gaza Iraqê bê derkirin, ku reşnivîsa wê yasayê ji sala 2007an ve di navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Federal a Iraqê û hemû hêzên siyasî yên Iraqê de hatiye pesendkirin.

 

S, B