Li Hewlêrê 2 pêketiyên bi Koronayê baş bûn
Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê ragihand, 2 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê baş bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê ragihand, 2 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê baş bûne.
Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, bi wan 2 kesan, hejmara kesên li Hewlêrê ji vîrusa Korona baş bûne, gihîşt 159 kesan.
Ev di demekê de ye, heta niha li Herêma Kurdistanê 347 kes bi vîrusa Korona ketine, ji wan 4 kesan canê xwe jidest dane û 322 kes jî baş bûne.
S. B