5 kesên din li Hewlêrê bi vayrosa Korona ketin

Li parêzgeha Hewlêrê 5 kesên din bi vayrosa Korona ketin.

K24- Hewlêr

Li parêzgeha Hewlêrê 5 kesên din bi vayrosa Korona ketin.

Wezareta Tenduristî a Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, di berdewamiya pişkinînan û geriyanê li dûv gomanlêkiriyan, 5 tûşbûyên vayrosa Korona ya nû (KOVID-19) li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin, ku jinek e temen 36 salî ye û 3 zaroyên temen 16, 15 û 11 salîne û malbata tûşbûyê duhî yê Telar City ye, herweha  zelamek temen 33 salî ye û rûniştvanê şuqeyên Zaniyarî ye û berkeftiyê tûşbûyê duhî ye.

beriya niha , Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragehand, 2 pêketiyên bi Vayrosa Koronayê li Hewlêrê baş bûn e.

 Got jî , bi wan 2 kesan, hejmara kesên li Hewlêrê ji Vîrusa Korona baş bûn e, gihîşt 159 kesan.