Li Îranê 96 kesên din bi Koronayê mirin

Li Îranê 96 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.

K24- Hewlêr

Li Îranê 96 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.

Peyvdarê Wezareta tenduristî ya Îranê Kiyanuş Cîhanpûr ragihand, di 24demjimêrên burî de, 96 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan. Herweha 991 kes tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Îranê bi Koronayê canê xwe jidest dan e, gihişte 5 hezar û 806 kesan. Hejmara tûşbûyan jî bi giştî gihişte, 91 hezar û 472  kesan.