Nûtirîn amara Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 63 ya evro Dûşembîyê, 27ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 63 ya evro Dûşembîyê, 27ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 63
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,031) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,512) hevwelatî di kerentînan de man e di (33) cihên cuda de, (464) li Hewlêrê, (244) li Silêmanîyê, (701) li Duhokê û (53) jî li Raperîn. (7,519) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (14) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (890) pişkinîn hatin encamadan. (374) li Hewlêrê, (234) li Silêmanîyê, (263) li Duhokê, (19) li Soran (0) jî li Helebce.
Di encam de, (8) haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (5) li parêzgeha Hewlêr û (3) jî li parêzgeha Silêmanîyê
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (355) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (322) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
27-4-2020