Derîyê sinûrî yê Tewîle li gel Îranê careka dî dihête vekirin

Bi sedema rêkarên hikumeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê, pişkek ji derîyên sinûrî hatin daxistin û li gor biryareka rêveberê giştî yê gumrikên Herêma Kurdistanê, derî yê Tewîle dihête vekirin.

K24- Hewlêr

Li gor nivîsara fermî ya rêveberê giştî yê gumrikê, rezamendîya wezîrê darayîyê li ser evê biryarê hatîye wergirtin daku careka dî livîna bazirganî li wê derîyê destpêbike.

Wek di nivîsarê de amaje hatîye kirin, derî li roja 28/4/2020 bi merca pabendbûnê bi rênimayên tenduristîyê û rêkarên  xweparêzîyê ji derde Koronayê dihête vekirin.