Li Kerkûkê 2 teqîn çê bûn
Li bajarê Kerkûkê 2 teqîn li pêş baregeha hewalgîriya Iraqê rû dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Kerkûkê 2 teqîn li pêş baregeha hewalgîriya Iraqê rû dan.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, 2 xwekujan xwe gihandin nêzîkî deriyê baregeha hewlagîriya Iraqê li taxa Qadisiye ya Kerkûkê û li wir xwe teqandin.
Jêderekî ewlekariyê ji K24ê re ragihand, hêzên ewlekariyê ew her du xwekuj berî ku bigihin avahiya Rêveberiya Hewalgîriyê kuştin.
Li gor wî jêderî, ji encama her du teqînan, hejmarek ji endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.
S. B